Maksi Sojokov, sernivîserê dosya Rûsya di malpera navdar El Monitor de dibêje, serokwezîrê Îsraîlê Banyamin Natanyaho ji serokê Rûsya Vladimir Putin re got, eger dema ku min dît pêwîst bû ezê di ser ezmanê Sûriyê re balafirên xwe bigihînim Hewlêrê.
Roja 18.10.2017 pêwendiyeke telefonî di navbera Natanyaho û Putin de çêbû ye. Natanyaho ji Putin re gotiye, ji bo parastina herêma Kurdistanê ji êrîşên milîsên Şîe yên ser bi Îranê ve, ewê ezmanê Sûriyê ji bo balafirên Îsraîlê bi kar bîne.