Hikûmeta Îraqê bi hiceta ku ruxset nestandine du televîzyonên Kurd Rûdaw û K24 qedexe kir.
Wezareta ragihandina Îraqê di nameya qedexekirina xwe de dibêje ku ew her du televîzyon fitneyê belav dikin û nûçeyên ne rast diweşînin.
Medyaya femî ya Îraqî ev demeke êrîşên tund dibe ser herêma Kurdistanê û medyaya kurdî, lê nehatiye qedexekirin.
Biryara qedexekirinê roja 23.10.2017 hatiye derxistin.