Serrûpel Nûçe Rûdawê bersiva fermana girtina xwe da

Rûdawê bersiva fermana girtina xwe da

Belav bike

Fermangeha Rêxistina Dîtbarî û Bihîzyarî ya ser bi Komîsyona Ragihandin û Gihandina hikûmeta Iraqê ve, roja 23ê Cotmeha 2017ê, bi nivîsînekê jimare 7/5/9714, bêyî ti gilî, dadgehkirineke pêşwext hebe, ji bo girtina weşan, astengkirina peyamnêr û tîmên Rûdawê li tevahiya Iraqê û desteserkirina hemû keresteyên Rûdawê, fermana pêkanîna karê pêwîst derxist.

 

Fermangeha Rêxistina Dîtbarî û Bihîzyarî ya ser bi Komîsyona Ragihandin û Gihandina hikûmeta Iraqê ve, derbarê sedema vê biryarê jî dibêje, Rûdawê ji bo weşanê ji wan destûr wernegirtiye û herwiha îdîa dike, ku “bi belavkirina hinek bernameyan, tundûtîjî û rikê han dide, aştî û ewlekariya civakî dike armanc.”

 

Heta niha jî ev nivîs ji Tora Medyaya Rûdawê re nehatiye şandin. Ev di demekê de ye, ku Rûdawê ji Wezareta Rewşenbîrî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê destûra kar wergirtiye. Wezareta Rewşenbîrî ya herêma Kurdistanê beşeke ji dewleta Federalî ya Iraqê û li gorî heman destûra ku hikûmeta Iraqê pê kar dike, karên xwe dimeşîne.

 

Lê di heman demê de ev ferman ji bo gelek dezgehan hatiye şandin, ku gumanê li ser sedem û armancên wê çêdikin. Ev biryar û nivîsîn ji bo dezgeha îstîxbarata Iraqê, wezareta berevanî û sererkaniya Iraqê re hatine şandin. Bi tevê wan wezaret û dezgehan, ferman ji bo kompanyayên telefonan jî hatiye şandin da ku li gorî vê yekê reftarê bi Rûdawê re bikin û hemû hêsankariyên ji bo Rûdawê, werin rawestandin.

 

Hinartina fermaneke bi vî şêweyî ya ji bo dezgehên îstîxbarî û leşkerî, nîşana wê yekê ye, ku li dijî Tora Medyaya Rûdawê planeke pêşwext û veşartî heye. Em bi awayekî eşkere û yasayî, silametiya jiyana hemû karmendên Rûdawê dixin stûyê hikûmeta Iraqê. Vê biryarê jî weke biryarekî ne yasayî, tirsandina karmendên Rûdawê, li dijî Rûdaw û azadiya karê medyayî li Iraqê dibînin.

 

Ev fermana Komîsyona Ragihandin û Gihandinê ya hikûmeta Iraqê, bi temamî biryarekî siyasî ye û li dijî azadiya karê medyayî ye. Ev biryar li gel gotinên hikûmeta Iraqê nagunce ku dibêje hikûmetekî demokratîk e, rêzê ji destûr û yasayan re digre. Çimkî li gorî Destûra Iraqê azadiya karê medyayî hatiye garantîkirin û bi ti awayî rê ji biryareke wiha ya girtinê re nayê dayîn. Ji xwe ev ferman dişibe fermaneke serbazî ne ku ya medenî.

 

Em ji vir radigihînin, ku Rêveberiya Tora Medyayî ya Rûdawê û beşa yasayî ya Tora Medyaya Rûdawê, amade ne, bi tevê hejmareke pispor û şarezayên biyanî, li gel Komîsyona Ragihandin û Gihandinê ya hikûmeta Iraqê li hev bikin da ku çavdêriya hemû bernameyên televizyonî yên Rûdawê, ji yekemîn roja weşanê ya 29/5/2013ê heta roja 23/10/2017ê bikin û rastî û nerastiya wan tometan vekolin.

 

Herwiha em dixwazin were zanîn, ku ji destpêka weşana Rûdawê ve nivîsîngeha Rûdawê li Bexdayê kar kiriye, karta çûna nav avahiya parlamentoyê dane peyamnêrên Rûdawê. Rûdaw ji bo civînên çapemeniyê yên heftane yên serokwezîr hatiye vexwendin, heta 2 roj beriya hatina hêzên çekdarên Iraqê ya ji bo bajarê Kerkûkê jî peyamnêrên me li Bexdayê bi awayekî yasayî karên xwe kirine.

 

Lê 2 roj beriya bûyera Kerkûkê, li bexdaya paytexta Iraqê gefa kuştinê li peyamnêrên Rûdawê hatiye xwarin, paşî li Kerkûkê ji aliyê dezgehên leşkerî ve biryara qedexekirin û ragirtina karê medyayî ya Rûdawê hatiye dayîn. Em li hêviyê bûn, ku li hember van gefan hikûmeta Iraqê nivîsîngeh, karmend û peyamnêrên Rûdawê yên li Bexda û Kerkûkê biparêze, ne ku fermanekî ne yasayî ya bi vî awayî bibe palpiştê wan kesan, ku gefa terorkirina hevkarên me dixwin.

 

Komîsyona Ragihandin û Gihandinê ev ferman bi awayekî cihêxwazî nivîsiye, ku Rûdawê weke kanalekî kurdî binav dike. Di heman demê de çavê xwe ji çendîn televîzyon û radyoyan digre, ku li Bexda û bajarên din ên Iraqê her roj di weşanên xwe de êrîş dibin ser pêkhateyên cuda yên Iraqê, bi taybetî jî gelê kurd, pîroziyên wê. Hinek ji wan dezgehên ragihandinê jî ne xwedan destûra karkirinê ne.

 

Em ji vir daxwazê ji Komîsyona Ragihandin û Gihandinê dikin vê biryara ne yasayî hilweşîne û li Bexda, Kerkûk, Xaneqîn, Mexmûr, Şingal û Duzxurmatoyê qedxeya li ser karê Rûdawê rakin. Em daxwazê ji Wezareta Navxwe ya Iraqê dikin, weke erkekî wan a yasayî, parastina nivîsîngeh û peyamnêrên Rûdawê li xwe bigrin.

 

Herwiha, em daxwazê ji Serokwezîrê Iraqê birêz heyder Ebadî û hemû dezgehên dewleta Iraqê, partî û fraksiyonên azadîxwaz ên Iraqê dikin, ku li dijî vê qedexekirina ye yasayî dengê xwe derbixin û biryarê hilweşînin.

 

Herwiha, daxwazê ji Nûnerê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê UNAMI, Balyozê Amerîkayê li Iraqê û Konsulxaneya Amerîkayê li Hewlêrê, nûnertiya Yekîtiya Ewropayê li Bexda û Hewlêrê, balyozxenaya hemû welatan li bexda û hemû konsulxaneyên li Herêma Kurdistanê dikin da ku li dijî vê biryarê helwestê werbigrin. Çimkî ev biryar ji bo astengkirina azadiya karê medyayî û proseya demokrasiya li Iraqê, pir metirsîdar e.

 

Em daxwazê ji Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê, Navenda Metro ya ji bo parastina rojnamevanan, Federasyona Navdewletî ya Rojnamevanan IFJ, Rêxistina Parastina Rojnamevanan CPJ, Rêxistina Rojnamevanên Bê Sînor RWB û hemû dezgeh û rêxistinên ku giringiyê didin azadî û karê medyayî dikin, li hember vê astengiya eşkere ya li dijî karê rojnamevaniyê, gefa li ser jiyan û selametiya rojnamevanan li Iraqê bê deng nemînin û guvaşê bixin ser hikûmeta Iraqê da ku vê biryarê hilweşîne û rêzê ji azadiya karê rojnamevanî bigre.

 

Tora Medyaya Rûdawê