Serokê îtîlafa dewleta yasa ragehand, ku cîgirê duyem ê berê ye YNKê pêşneyar ji wî re kiriye ku Iraq hêz li dijî Kurdistanê bixe tevgerê.
Serokê îtîlafa dewleta yasa Nûrî Malikî di hevpeyvîneke li gel kanala televîzyona Dîcle de ragehand, ku ji peykên esmanî ve hatiye tespît kirin ku nefta neftxaneyan bi tanker diçe Îranê û ji wê derê ve jî diçe bo Afganîstanê.
Nûrî Malikî ragehand, wê demê ew serokwezîr bûye û Berhem Salih jî cîgirê serokwezîrê Iraqê bûye û bangî wî kiriye û jê re gotiye, ew tankerên neftê bo berjewendiyên PDKê neftê veduguhêzin bo Îranê û Berhem Salih jî gotiye ew tanker tenê yên PDKê nînin, ên YNKê jî ne.
Serokê îtîlafa dewleta yasa amaje bi vê yekê jî kir, ku ji Berhem Salih re gotiye erê çare çiye? Berhem Salih jî gotiye, were em hêz li dijî Kurdistanê bixin tevgerê.
Nûrî Malikî dibêje, Kurdistanê boriya neftê ya henardekirina neftê nebû, tenê rê ji bo henardekirinê bikartanî, ku çavkaniyek serekî ya dahata herêma Kurdistanê bûn, ji ber vê jî Malikî beşa budceya Kurdistanê birî bû. Bas