Serrûpel Nûçe Daxuyaniyek ji Dergehê Îbrahîm Xelîl

Daxuyaniyek ji Dergehê Îbrahîm Xelîl

Belav bike

Li ser nûçeyên ku dibêjin dergehê Îbrahîm Xelîl yê sînorî di navbera başûr û bakurê Kurdistanê de, ketiye destê artêşa Îraqê, îdareya dergeh ragihand ku ew nûçe derewe, dergeh di destê heêma Kurdistanê de ye û tu hêzên Îraqî li wir tune ne û mafê wan tune ku li wir bimînin.
Rêveberiya dergehê Îbrahîm Xelîl got, tenê serokerkanê Îraqê di sînor re derbasî Tirkiyê bû ji bo ku biçe 20 serbazên xwe ziyaret bike, yên ku di tetbîqata eskerî de li ser sînor beşdar bûbûn, hejmara wan jî 20 leşker bûn.
Îdareya dergehê Îbrahîm Xelîl dibêje belavkirina wan nûçeyan bi armanca şerê nefsî ye û karmendên herêma Kurdistanê sînor birêve dibin.
Berî çend rojan çend eskerên Îraqê yên ku li Tirkiyê bûn li ser sînor ala Îraqê bilind kirin û gotibûn ku pêşmerge ji Îbrahîm Xelîl derketiye û artêşa Îraqê dest daniye ser sînor.