Serrûpel Nûçe Esed YPG û PYD tehdîd kir: Bi zorê be jî hûnê wan...

Esed YPG û PYD tehdîd kir: Bi zorê be jî hûnê wan deveran teslîm bikin

Belav bike

Serokê Sûriyê Beşar Esed ji şandeke Amerîkî re ragihand ku ew bi tu awayekî li ser Rêveberiyeke taybet ji bo Kurdan qebul nakin û Kurdistaneke din li Sûriyê çênabe.

Beşar Esed herweha eşkere kir, navçeyên ku Kurd lê dijîn, navçeyên Sûriyê ne û ti taybetmendiya wan navçeya tine ye ku otonomî têde were avakirin.

Beşar Esed rasterast HSD, YPGê tehdîd kir û got eger navçeyên di bin destê xwe de bi riya danûstandin û lihevkirina niştîmanî ji ji bo dewleta Sûriyê venegerînin, ewê bi riya leşkerî kontrol bikin û ew qet rê nadin demigrafya tui navçeyeke Sûriyê were guhertin.

Şandên ku vê dawiyê serdana Esed kirbû, dibêjin Esed ji Mosko re gotiye, ku bi tu awayî navê Gelên Sûriyê ji bo kongireya Soçî qebul nakin, bi gotina Esed, tenê yek gel li Sûriyê heye, lewma Rûsya razî bû navê kongireyê ji kongireya Gelên Sûriyê ji bo Kongireya Diyaloga Niştîmanî ya Sûriyê biguhere.