Serrûpel Nûçe Li Qamişlo Asayîşa PYD êrîşî Kongreya ENKS ya 4 mîn kir û...

Li Qamişlo Asayîşa PYD êrîşî Kongreya ENKS ya 4 mîn kir û qedexe kir

Belav bike

Asayîşa Reveberiya xweser li darxistina kongreya 4 mîn ya ENKS qedexe kir.

Piştî ku Asayişa ser bi Rêveberiya Xweser rê liber lidarxistina Konreya ENKSê girt, endam û alîgirên ENKSê li ber avahiya UN li Qamişlo dest bi grevekê kirin.

Biryar bû îro saat 09ê sibeha îro kongreya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê li Taxa Kornîş bihatiba lidarxistin.

Asayişa ser bi Rêveberiya Xweser, li ber avahiya UN ji kesên kombûyî xwstin ku ji wê derê dûr bikevin û mangirtina xwe bidawî bînin, herwiha hêzên bi navê (Ciwanên Şoreşgêr) êrîşî endamên ENKS kirin û li wan û alîgirên ENKS xistin.

Asayişê kamîrayên hinek rojnamevanan girtin û nehiştin ku dîmen werin girtin.

Di jêrzemîna malekê li Taxa Kornîş li Qamişlo, saat 9ê sibeha îro Sêşemê kongreya ENKSê bihata lidarxitin, lê li gor gotina ENKS asayîşa PYD qedexe kir û saat derdora 9 û 10 denqe li nêzîkî cihê kongreyê bombeyeke dengî hate teqandin.