Serrûpel Nûçe Siûdiyê balyozxaneya Îsraîlê vedike

Siûdiyê balyozxaneya Îsraîlê vedike

Belav bike

Ligor rojnameya Yeni Şafak a Tirkiye, ku nêzîkî hikûmeta Tirkiye tê nasîn dide diyarkirin ku, generalê Siûdî Enwer Aşkî ragihandiye, Siûdiyê wê rê bide balyozxaneya Israilê li Riyadê were vekirin.

Herweha rojname dinivîse ku, Siûdî amade ye rêkeftina emnî ligel Israilê îmze bike û hevkariyê bi Israilê re li dijî Îranê pêk bîne.

Rojname diyar dike, Aşkî ji kanal24 a Israilê re axifiye, Tirkiye ê Iran bi siyaseta dagîrker tometbar kiriye. Ligor Aşkî, geleên Ereb dê hevkariya ligel Israilê bi erênî binirxînin, jiber ku dijminê wan ê sereke û hevbeş Iran e. K24