Serrûpel Nûçe Heşda Şebî rojane 250 tanker petrola Kerkûkê dibe Îranê

Heşda Şebî rojane 250 tanker petrola Kerkûkê dibe Îranê

Belav bike

Piştî dagirkirina Kerkûkê ya ji aliyê heşdî şeibî ve, naha ew çekdarane nefta Kerkûkê bi awayê talan dibin bo Îranê.

Li gor zanyariyên BasNewsê çekdarên heşdî şeibî li bîrên neftê yên Zembûr û Baba ku dikevin sînorê bajarokê Taze ya ser bi Kerkûkê, rojane bi tanker neft jê derdixin û dibin bo Îranê.

Berî naha jî BasNewsê aşkera kiribû ku li sînorê bajarokê Taze berpirsên rêxistina Bedir ên ser bi heşdî şeibî bi tankeran neftê dibin ber bi Îranê ve.

Ji berpirsên baskê sê yê PDKê li Kerkûkê Kawe Ehmed ji BasNewsê re ragehand: ‘’Naha rêkirina neftê li bîrên nefta Havana û Bay Hesen rawestiyane, berê çekdarên terorîstên DAIŞê bîrên nefta hejmara 121 a li sînorê Kerkûkê teqandibûn û ji ber wê jî agir girtibû, lê duh 07.11.2017ê ew agir hate temirandin.’’

Herwaha got: ‘’Hikûmeta Iraqê rojane 150 hezar bermîl neftê ji bîrên nefta Zembûr û Baba rêdike bo derve.’’

Berdevkê encûmena rêveberiya PDKê li Kerkûk-Germiyan Ednan Kerkûkî jî ragehand: ‘’Çekdarên heşdî şeibî rojane 250 tankerên neftê ku her tankerek 36 hezar lître neftê radikin, li komên neftxaneyên Keywan a li sînorê Kerkûkê ve, bi rêya sînorê Başmaxê ve rêdike Îranê.’’

Herwaha got: ‘’Beşek ji dahata wê neftê birina bo Îranê ji gruba îxanetkar a 16ê cotmehê re diçe, ji ber Kerkûk û navçeyên Kurdistanê radestî heşdî şeibî kirin.’’