Fermandarê Operasyonên hevbeş yên Îraqê Emîd Yehya Resûl, dibêje Silêmanî 150 terorîstên Daişê teslîmî wan kirine.
Emîd Yehya Resûl ji bo kanaleke erebî axifî û got, teslîmkirina wan terorîstan li gor rêkeftineke di navbera wan û YNK de çêbûye.
Fermandarê Îraqî her wiha eşkere dike ku kontrolkirina kerkûkê tenê li taxên Kurdî nayê kirin, ev 14 salin Kerkûk nehatiye kontrolkirin, gelekî normale dema ku niha were kontrolkirin, û di dema wê kontrolkirinê de, navên kesan û malên wan têne tomarkirin.
Roja 12 meha 10an Fermandariya Operasyonên hevbeş yên Îraqê ji hikûmeta Kurdistanê xwest ku terorîstan teslîm bike, ku li Hewîce û navçeyên din reviyabûn.