Serrûpel Nûçe 57 mîn salvegera şewata Sînema Amûdê: 283 zarokên Kurd şewitîn (vîdyo)

57 mîn salvegera şewata Sînema Amûdê: 283 zarokên Kurd şewitîn (vîdyo)

Belav bike

Îro 57mîn salvegera ya şewata sînemya Amûdê ye, ku di encamê de 283 zarokên Kurd jiyana xwe ji dest dabûn.

Sala 1960, ji bo piştgiriya şoreşa Cezaîrê zarokên dibistana Amûdê birin sînemayê, ji bo ku li fîlma bi navê Cerîmet Nisif El Leyl (Tewana Nîvê şevê) temaşe bikin.

Sînema biçûk bû, têra nêzîkî 200 zarokan dikir, lê 500 zarok xistinbû salona sînemayê. Dema ku agir bi sînemayê ket, deriyê salona sînemayê girtî bû, agir bi zarokan ket û 283 zarok şewitîn.

Xwediyê sînemayê Micwel Gunreş berî niha ji Rûdawê re gotibû, rêveberê nahiyê îsrar kiriye ku fîlm 3 caran were dubarekirin, wan jî gotine eger zêde were dubarekirin wê cîhzaz bişewitin û ihtîmal heye ku agir bi sînemayê keve.

57 sal li ser sînemaya şewata Amûdê derbas dibe, lê hîn jî birînên Amûda bavê Mihemed kûr in, ew camêrê ku xwe li agir dixist û zarok ji nava agir derdixistin.