Lêkolînvan Dr. Azad Elî di hevpeyvîneke xwe de eşkere kir ku dema wan sala 2011 li Şamê hevdîtin ligel serokê Sûriyê pêk anîn, ji wî daxwaz kirin ku zimanê kurdî bibe zimanekî fermî û nasname li kesên Kurd yên bênasname were vegerandin.
Li gor Dr. Azad Esed qebûl kiriye ku zimanê kurdî bibe zimanekî fermî û wî bi xwe jî xwestiye fêrî kurdî bibe.
Dr. Azad di hevpeyvîna xwe de ligel rojnameya Bûyerpress dibêje ew hîn jî di wê baweriyê de ye ku divê Kurd diyalogê ligel rêjîma Sûriyê bikin.