YPGê çek û alavên nû yên serbazî li bajarê Hesekê nîşan da ku nû ji Hevpeymaniya Navdewletî ji wan re hatiye şandin.
YPG zêdetirî 100 hamerên serbazî li bajarê Hesekê nîşan da, ku nû ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî ji wan re hatiye pêşkêşkirin.
Li gor agahiyên çend çalakvanên Cezîra Rojavayê Kurdistanê, nêzîkî 120 hemeran hatin nîşandan, piştre ew hemer bo Efrînê hatin şandin, lê heya niha fermandariya YPGê bi awayekî fermî ev agahî piştrast nekiriye.
Duh jî berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî, Ryan Dillon, taybet ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihandibû, ku wê Hevpeymaniya Navdewletî di şandina çekan ji Hêzên Sûriya Demokratîk re berdewam be.