Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Mûrad Karayilan ragihand ku eger artêşa Tirkiyê êrîşî Efrînê bike, wê Efrîn ji wan re bibe goristan.
Fermandarê giştî yê gerêlayên PKK Karayilan di derbarê gefên artêşa Tirkiyê û topbarankirina çend navçeyên Efrînê de ji medya nêzîkî PKKê re axivî û diyar kir ku wê her hewldaneke artêşa Tirkiyê ya li dijî Efrînê bê şikandin.
Karayilan got, eger Tirkiye êrîşî Efrînê bike, ev tê wê wateyê ku Rûsyayê jî êrîşî Efrînê kiriye û ji serokê wî welatî Pûtîn jî xwest ku neyê lîstoka Tirkiyê.
Mûrad Karayilan diyar kir ku “kêm maye Kurdistana mezin ava bibe, Kurdistana mezin tê wateya Tirkiya biçûk. Hindik maye ku Kurd di ser Efrînê re xwe bigihînin deryaya spî û wê wextê jî wê Kurdistana mezin ava bibe”.