Serrûpel Nûçe Emerîka Tirkiyê derewîn derxist: Trump negotiye êdî ew çekan nadin YPG

Emerîka Tirkiyê derewîn derxist: Trump negotiye êdî ew çekan nadin YPG

Belav bike

Rojnameya Emerîkî Washington Post, di derbarê daxuyaniya wezîrê derve yê Tirkiyê de, ku gotibû Trump bi telefonê ji serokomarê Tirkiyê Erdogan re gotiye ew êdî çekan nadin YPG, nûçeyek belav kir û ew agahî derewîn derxist.

Di daxuyaniyeke nivîskî de, Koşka Spî, eşkere kir ku di peywendiya telefonî ya ku duh roja Înê di navbera serokê Amerîka Donald Trump û serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan de hatiye kirin, behsa çend mijaran hatiye kirin di nav de jî têkiliyên stratîjîk yên her dû welatan, û şerê dijî terorê.