Serrûpel Nûçe Barzanî: Tu hêzek û tu hikûmetek nikare referandumê hilweşîne

Barzanî: Tu hêzek û tu hikûmetek nikare referandumê hilweşîne

Belav bike

Mesûd Barzanî îro li ser referandumê axifî û got, wan biryara herî rast û di cih de dan, ew baştirîn biryar bû ji bo gelê başûrê Kurdistanê.

Serok Barzanî got: Tu zagonek û tu hikûmetek nikare encamên referandumê hilweşîne.
Barzanî ligel serkirdeyên Partiya Demokrata Kurdistanê civiya û diyar tiştê ku niha çêdibe pêwendiya wê bi referandumê re tune ye, ew planek bû, Bexdayê berê amade kiribû.

Serok Barzanî got, bûyerên vê dawiyê çêbûn nikarin nasnameya gelê Kurdistanê biguherin.

Her wiha diyar kir ku hinek aliyan xiyanet kirin.