Serrûpel Nûçe Dengê Emerîka: PKK li Amêdî ya Duhokê ciwanekî 27 salî kuşt

Dengê Emerîka: PKK li Amêdî ya Duhokê ciwanekî 27 salî kuşt

Belav bike

Êvarîya roja Şemiyê ji bajarokê Dêrelok yê girêdayî qeza Amêdiyê li parêzgeha Duhok hat zanîn ku, hind çekdaran li nava kolanên bajarokê Dêrelokê êrîşeke çekdarî pêk anîye, di êrîşê de yek kes hatîye kuştin û yek jî birîndar bûye.

Marin Nerweyî ku, xelkê bajarokê Dêrelokê ye gote Dengê Amerîka, çekdarên Partiya Karkerên Kurdistan PKKê êrîş li Dêrelokê pêk anîye, weke hatî zanîn 2 kes kirine armanc, yek li nava Dêrelokê di cî de kuştiye û kesek din bi birîndarî girtîye û bi xwe re birîye.

Li gûr pêzanînên heyî hatîye gotin ku, kesên bûne armanca çekdarên PKKê endamêm MIT a Tirkî bûne, lê hêjî bi temamî nayê zanîn ku, ew kes raste endamên MITê bûne yan jî endamên heman partiyê bûne û xwestine ji partiyê veqetin şûnda bûne armanca êrîşê.

Wek tê zanîn heftiya bûrî jî li herêma Sersinkê ya nêzkî Amêdiyê dîsan bûyereke weha qewimî bû, hatbû eşkere kirin ku êrîş li dij leşker û endamên MIT a Tirkiî pêkhat bû. (VOA)