Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan îşareta wê yekê da ku ew amade ye di dema pêş de ligel Esed bicive.
Erdogan, di derbarê ihtîmala hevdîtina ligel serokê Sûriyê, bersiva pirseke rojnamevanekî Tirk da û got, di siyasetê de derî her demê heta dawiyê vekirî ye.
Li ser pirseke hebûna pêwendiyên di navbera Tirkiyê û Sûriyê de, Erdogan got, niha pêwendiyên raste rast tune ne, lê di dema pêş de dikare çêbibe.