Nûnerê PYD li Mosko ji medyaya Rûsyayê re ragihand , ku dawetname ji bo amadebûna li Cinêvê ji wan re nehatiye şandin.
Nûnerê PYD li Rûsya daxuyaniyek da ajansa fermî ya nûçeyên Rûsya, têde eşkere kir, ku heya niha ew wek Partiya Yekîtiya Demokratîk bo danûstandinên Cinêvê nehatine vexwendin.
Nûnerê PYDê ev yek jî anî ziman, ku rola Tirkiyê di vê yekê de heye, ku PYD beşdar nebe di civînên taybet bi çareserkirina pirsa Sûriyê ku bi çavdlriya Neteweyên Yekgirtî li Cinêvê birêve diçin.
Tevî ku amadekarî bo Cinêv 8 tê kirin, lê heya niha PYDê bi yekcarî di van danûstandinan de amade nebûye.