Serrûpel Nûçe Wezîrê berevaniya Tirkiyê: Yan sibe ya çarşemê emê êrîşî Efrînê bikin

Wezîrê berevaniya Tirkiyê: Yan sibe ya çarşemê emê êrîşî Efrînê bikin

Belav bike

Wezîrê berevaniyê yê Tirkiyê got, yan sibe yan jî dusube ewê êrîşî Efrînê bikin.

Nuredîn Canikli li Londonê di dema serdana serokwezîra Britanya Tereza May de got, ewê yan sibe yan jî roja çarşemê li dijî Efrînê dest bi operasnoneke serbazî bikin.

Li gor nûçeyeke ajansa fermî ya Tirkiyê Anadol, wezîrê Berevaniya Tirkiyê gotiye ji aliyê Efrînê ve xetereke mezin li ser Tirkiyê heye û divê ew wê xeterê rakin.

Ev demeke hem serokomrê Tirkiyê hem jî rayedarên din yên wî welatî Efrînê tehdîd dikin.

Lê li aliyê din hem fermandarên YPG, hem jî yên PKK dibêjin eger Tirkiyê êrîşî Efrînê bike wê rastî berxwedaneke mezin were.