Serrûpel Nûçe Rojnameya Bas li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê dawî li weşana xwe anî

Rojnameya Bas li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê dawî li weşana xwe anî

Belav bike

Vê heftiyê hejmara dawîn a Heftenameya Basê ku bi Kurdî (Kurmancî – Kirmanckî) û Tirkî derdikeve, belav bû. Bas her hefte roja Duşemê bi nûçe, raport, hevpeyvîn û nivîsarên têr û tijî derdiket pêşberî xwînerên xwe.

Me weke Dezgeha Medyayî ya Basê div ê qonaxê de gelek karên siyasî, çandî û netewî kirin. Li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê gelek kar û xebatên hêja hatin kirin. Heftenameya Basê jî yek ji van karên hêja bû.

Şert û mercên rewşa wê roja ku me dest bi karên xwe kir û şert û mercên îro gelek ji hev cuda ne. Di wê heyama ku me dest bi kar kir, proseya aşitiyê li Tirkiyê hatibû qonaxeke girîng û têkiliyên di navbera Hewlêr û Enqerê de di her warî de li asta herî jor bûn. Wan rojan meseleya Kurd li Tirkiyê ji her alî ve dihat axaftin û pêşniyazên çareseriyê dihatin kirin. Şert û mercên wê rojê Dezgeheke Medyayî ya Herêma Kurdistanê teşwîk dikir ku qonaxên ku Tevgera Netewî ya Kurd derbas dike û herwiha bi giştî li Rojhilata Navîn û bi taybet jî proseya dîrokî ya di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de tomar bike û ragihîne.

Di wê heyama ku me dest bi weşana xwe kiribû, di nivîseke xwe de me bal kişandibû ser destkeft û geşedanên wê serdemê. Lêbelê di qonaxa niha de ew gavên mezin, ji ber kêşe û astengên biçûk hatine asta rawestyanê.

Li Rojhilata Navîn jî bi derketina DAIŞê bi giştî gelek destkeftî ji dest çûn. Gelek tifaqên baş têkçûn, hevalbendî  xerab bû û derdorên ku dijminatî bi rê ve dibir hemû tişt bi erdê re kire yek. Bi êrişbirina ser hev du ya hêzên li Rojhilata Navîn di qonaxa niha de ew têkilî, destkeftî û pirên ku gelek bi zehmetî û bi xebateke mezin hatibûn bidestxistin, jinav birin.

Dezgeha Medyayî ya Basê jî ku li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê roleke girîng dilîst ket bin tesîra zext û fişarên dawîn. Ji bo ku çarenivîsa dezgehê bo van kêşeyan nebe qurbanî me gelek hewl da û berdel dan. Miletên bêdewlet pêdivî bi dezgehên medyayî yên mina me hene û ev dezgeh roleke netewî dilîzîn. Ji ber wê yekê me di van hewldan û berdelan de qet texsîrî nekir.

Lêbelê xerabbûna rewşa siyasî ya li herêmê û têkçûna têkiliyên di navbera Hewlêr û Enqerê de derfet nehişt ku Heftenameya Basê weşana xwe berdewam bike.  Em rastî gelek zext û astengiyan hatin. Nemaze jî hin hewldan û provakekirina hin komên Tirkmen ên girêdayî Îranê ji aliyê hin navendên faşîst ên alîgirên şer ve qada me ya xebatê li Stenbol û Amedê teng bû û êdî derfet nema ku Heftenameya Basê ku bi zaraveyên Kurmancî, Kirmanckî û Tirkî derdiket, weşana xwe berdewam bike.

Ji ber vê yekê jî Dezgeha Bas êdî wê girîngiya xwe bide ser malpera www.basnews.com ê. Heta îro ev portal ji bo cîhanê û rojeva Herêma Kurdistanê çavkaniyek xwecihî bû dê êdî ev portal xebatên xwe bi rijdtir bike.

Ji ber ku Heftenameya Bas di navbera Kurdên Bakur û Başûr de bû pireke hevsengiyê em şanaz in. Dema me nû dest bi weşana xwe kir li Bakurê Kurdistanê kesên em dinasîn gelekî kêm bûn. Bi saya heftenameya me liv û tevger û geşedanên li Başûrê Kurdistanê xwe di rojeva Bakurê Kurdistanê de dîtin. Îro bi saya Heftenameya Basê gelek rewşenbîr, kesayet, nivîskar, kesayetên siyasî û rojnameger û tevgerên siyasî bi rojeva Başûrê Kurdistanê re mijûl dibin. Ji bo entegrasyona herdu beşên Kurdistanê ev yek bo me karekî pir serkeftî ye.

Li aliyê din jî Heftenameya Basê ji bo projeyên dahatû bû bingeh. Bi dostaniyên ku ava kiriye, ji bo projeyan potansiyela hevalbendiyê ava kiriye. Di dahatûyê de eger têkiliyên Tirkiye û Herêma Kurdistanê dîsa baş bibin, ev proje dê careke din bi awayekî baştir bên kirin.

Ji bo ku xebata Heftenameya Basê nesekine ji bo ku bi niyeteke pir pak û kedeke mezin xebitîn ez spasiya xebatkarên Heftenameya Basê dikin. Wan,  ji bo ku Heftenameya Basê derkeve û bigihîje xwînerên xwe piraniya şevên xwe heta berdestê sibê xebitîn.

Spasiya Hamiyet Çelebi dikim ku bi cidiyeteke mezin xebata xwe birê ve bir. Armanca wê li gel rewşên ne baş jî tim baş kirin û geşkirina karê heftenameyê bû. Tu carî li gor berjewendiyên xwe yên şexsî tevnegeriya. Armanca wê her tim başkirina heftenameyê bû.

Herwiha ji roja ku me dest bi weşana xwe kiriye û vir ve xwediyê Weşanxaneya Avesta Abdullah Keskin palpiştiya me kiriye. Hemû derfetên xwe û weşanxaneya xwe kiriye di xizmeta Dezgeha Medyayî ya Basê de. Ji ber piştgiriya Abdullah Keskin ez spasdarê wî me.

Ji roja ku me destbi weşanê kiriye û vir ve ew kesên ligel me bûne, alîkariyên xwe ji me kêm nekirine, ew kesên ku min navê wan li vir ne gotiye, nivîskar û bi taybetî jî xwînerên ku li heftenameya me xwedî derketine minetdar im.

Hêvîdar im ku di dahatûyê de li Stenboê bi projeyên mezintir, derfetên baştir û hilberandineke xûrtir em ê hev bibînin.

Botan Tahseen (Rêveberê giştî yê BAS)