Serrûpel Nûçe Jim Mattis: Amerîka wê êdî çekan nede YPG

Jim Mattis: Amerîka wê êdî çekan nede YPG

Belav bike

Wezîrê berevaniya Amerîka got ew bawer dikin ku êdî pêwîst nake ew ji YPGê re çekan bişînin, piştî bi dawîhatina Daişê ewê êdî giringiyê bidin parastina navçeyan.

Jim Mattis, ewê êdî siyaseta xwe li Sûriyê biguherin, ewê êdî çekan ji YPG re neşînin û di dema pêşk de dibe ku YPG bibe hêzeke polîsan.

Her wiha Mattis dibêje, diyare ku piştî bidawîbûna şer û operasyonan, êdî pêwîstya YPGê bi çekan namîne û her wiha pêwîstî bi ewlekarî û hêzên xwecihî û her wiha polîsan heye da ku wan navçeyan biparêzin.