Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Fransayê Emmanuel Macron di pêwendiyeke telefonî de rewşa Başûrê Kurdistanê gotûbêj kirin.
Koşka Spî di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand, Serokê Amerîkayê Donald Trump bi telefonê li gel Serokê Fransayê Emmanuel Macron axviye û di vê pêwendiya telefonî de li ser çend mijaran ku ya sereke pirsgirêkên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê bû, gotûbêj kirin.
Koşka Spî herwiha daye xuyakirin, di vê pêwendiya telefonî de, “her du serok li ser wê yekê li hev kirin, ku pêwîst e Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi gotûbêjê pirsgirêkên xwe çareser bikin.”
Trump û Macron herwiha behsa “pirsgirêka Felestîn-Îsraîlê û proseya aştî li Rojhilata Navîn” jî kirine.
Her du serokên Amerîka û Fransayê di beşeke din a pêwendiya telefonî de tekezî li ser wê jî kirine, ku hevpeymaniya her du welatan giring e ji bo îstiqrara Rojhilata Navîn û bakurê Afrîqayê.
Gotûbêja navbera Trump û Macron û gotûbêjkirina wan li ser pirsgirêkên navbera Kurdistanê û Iraqê, tenê du rojan piştî serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şanda pê re bo Fransayê tê.
Di vê serdanê de, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî tevî cîgrê serokwezîr Qubad Talebanî û şanda bi wan re li Koşka Elyseeyê bi Serokê Fransayê Emmanuel Macron re hevdîtin pêk anîbûn.
Roja şemiyê 02-12-2017ê şanda Herêma Kurdistanê ya bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî li Koşka Elyseeyê ji aliyê Macron ve hatibû pêşwazîkirin. (Rûdaw)