Hanna Bohman jineke Kenedî ye, ku di nav refên YPJê de çend salan şer li dijî DAIŞê dikir, vegeriya welatê xwe û belgefilmek bi navê Fear Us Women “Ji me jinan bitirsin” li ser jiyana şervanên YPJ amade kir.
Jina Kanadî di navê refên YPJê de bi cil û bergên xwe yên leşkerî diyar dibe.
Belgefilm derbarê Yekîneyên Parastina Jinê ye, ji tiştên ku Hanna Bohman bi çavê xwe dîtiye, hatiye amadekirin.
Hanna Bohmana 48 salî ye, bi rêya înternetê re pêwendî bi YPJê re danîbû û 3 salên xwe yên dawî bi awayekî xwebexş, ji bo şerê DAIŞê borandine hinek caran li eniya pêşî ya şer bû jî.
Belgefilm nêzîkî 30 deqîqeyan dirêj dike û derhênerê wê jî David Dargî ye. (Rûdaw)