ENKSê civîna xwe bi dizî li gundekî Qamişlo çêkir û di civînê de serokê encûmenê hat guhertin, û Siûd Mele sekreterê PDK-Sê bû serokê ENKS.
Çavkaniyekê ji nav ENKSê li Qamişlo, ji Rûdawê re ragihand, ku vê êvarê ENKSê bi awayekî veşartî û dûrî çavê kenalên ragihandinê, li gundekî Qamişlo civiyaye û çend biryarên nû hatine standin.
Wê çavakniyê ev yek jî anî ziman, di vê civînê de, guhertin di nav emîndariya giştî ya ENKSê hatiye kirin, û serokê ENKSê jî hat guhertin, ku berê Ibrahîm Biro bû, lê niha sekreterê PDK-Sê Siûd Mele bû serokê ENKSê.
Wê çavkaniyê balkişand ser sedema lidarxistina vê civînê bi awayekî nihênî û veşartî, ew jî ji bo ku asayîşa Rêveberiya Xweser weke cara berê rê li ber negire û qedexe neke û ew bikaribin civîna xwe bi awayekî serkeftî temam bikin.