Serrûpel Nûçe Necah Silêman yekemîn mamostaya Kurd ya jin bû li Sûriyê (belge)

Necah Silêman yekemîn mamostaya Kurd ya jin bû li Sûriyê (belge)

Belav bike

 

Yekemîn mamostaya Kurd ya jin, ji Efrînê ye û wê berî 61 salan dest bi mamostatî kiriye.

Li gor dokumeteke wezareta perwerdê ya Sûriyê, Necah Silêman, di sala 1956 de, weke yekemîn mamostaya Kurd ya jin dest bi dayîna dersan kiriye.

Ew ji Efrînê çûye Amûdê û li dibistana Xedîce El Kubra weke mamosta kar kiriye û ders dane zarokan.

Parêzgarê Hesekê, roja 01.11.1956 birraya mamostatiya wê îmze kiriye.

Biryara biryara wê ya kar derkeve, wê dest bi kar kiribû.

Miaşê mehane yê mamosta Necah Silêman jî, wê demê 245 lîreyên Sûrî bûye û mesrefê wê çûn û hatina Efrîn û AMûdê jî dihate dayîn.

Necah Silêman ji gundê Mîrkan e, ji Efrînê.