Serrûpel Nûçe Osman Baydemir Kurdistan derbasî parlamana Tirkiyê kir (vîdyo)

Osman Baydemir Kurdistan derbasî parlamana Tirkiyê kir (vîdyo)

Belav bike

Berdevekê Partiya (HDP) Osman Baydemîr di rûniştineke parlamentoya Tirkiyê de got: “Ez weke parlamenterekî ji Kurdistanê hatime, daxwaza min ewe ku ev der bibe banê hevbeş ê tirk û kurdan.” Li ser vê yekê parlamenterên AKP karvedanên tund nîşan dan.

Parlamenterê HDPê yê Rihayê Osman Baydemîr di rûniştina derbarê budçeyê de got,

Dema peyva Kurdistanê ji devê Osman Baydemîr derket parlamenterên AK Partiyê hêrs bûn û nerazîbûna xwe diyar kirin.

Wekîla Serokê Parlamentoya Tirkiyê Ayşenur Bahçekapilî jî ji Baydemîr pirsî “Kurdistan li ku ye?” Parlamenterê kurd Baydemîr jî destê xwe danî li ser dilê xwe û got: “Kurdistan ev der e.”

Ayşenur Bahçekapilî bi tundî ji Baydemîr re got: “Tu ne parlamenterê Kurdistanê yî, tu parlamenterê Rihayê yî.”

Li gorî yasayên Tirkiyê hêj navê Kurdistanê li wî welatî qedexe ye. Herwiha Tirkiyê qedexe kiriye, ku berpirsên hikûmetê û parlamanter peyva Kurdistanê bi kar bînin. Rûdaw