Hat zanîn ku helîkopterên şer yên Iraqê dîsa gundên bajarê Xurmatû yê Başûrê Kurdistanê dane ber rokêtan.
Berdevkê qaymeqamtiya Xurmatû, Mihemed Fayîq, ku ji ber tehdîdên Heşda Şeibî koçber bûye, ji BasNewsê re got, nîvê şeva borî helîkopterên şer yên Iraqê gundê Pelkane yê Xurmatû dan ber rokêtan.
Mihemed Fayîq her wiha got, pêr jî helîkopterên şer yên Iraqê li gundên derdora Xurmatû dabûn ji ber wê jî welatiyên ku ji ber dagîrkirina Xurmatû ji aliyê Heşda Şeibî ve koçberî wan gundan bibûn, dîsa koçber bûn.
Berdevkê qaymeqamiya Xurmatû da zanîn ku şeva borî li nav bajarê Xurmatû, xaniyê welatiyekî kurd jî hat teqandin. (Bas)