Weşana kenala NRT ku yek ji kenalên ser bi Şasiwar Ebdilwahid ve ye, û Nûrî Malikî li pişt perdê perdan dide wê û alîkariya wê dike, hate rawestandin.
Li gorî zanyariyan rawestandina weşana kenala NRT hevdem e li gel vegera Şasiwar Ebdilwahid ji derveyî welat û desteserkirina wî ji aliyê hejmarek çekdar ve.
Ji aliyê xwe ve wezareta rewşenbîriya Herêma Kurdistanê ragihand ku biryar hatiye dayin, heya hefteyekê weşana kenala NRT bê rawestandin.