Serrûpel Nûçe Heşda Şebî li Xormato mala Kurdan dişewitîne, ew jî agir berdidin bargehên...

Heşda Şebî li Xormato mala Kurdan dişewitîne, ew jî agir berdidin bargehên PDK

Belav bike

Peyamnêrê K24ê ragihand, hejmarek ji xwepêşanderan îro li qezaya Koyê avahiya Qeymeqamiya Koyê şewitandin. Herwiha li Kifrî jî baregeha navçê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê hate şewitandin.

Ji aliyekî din ve, Berpirsê Liqê PDKê li Helebce Fazil Beşaretî ji K24ê re ragihand, amade tên kirin ku êrîşî baregeha PDKê li Helebceyê bikin.

Ji duh ve, li parêzgeha Silêmaniyê û çend bajarokan xwepêşandan di bin navê “Daxwaza mûçe û başkirina rewşa xirab ya welatiyan” dest pê kir.

Ev yek di demekê de ye, duh li bajarokê Pîremegrûn ê ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve çend dam û dezgehên hikûmî û baregehan partiyan hatin şewitandin.

Herwiha ev xwepêşandan di demekê de ne, pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de di qonaxeke dijwar re derbas dibe û ji 3ê salan ve ye hikûmeta Iraqê budceya Herêma Kurdistanê mûçeyên karmendên herêmê biriye.