Serrûpel Nûçe “Heşda Şebî xwe amade dikin ku êrîşî Pêşmerge bikin”

“Heşda Şebî xwe amade dikin ku êrîşî Pêşmerge bikin”

Belav bike

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de aşkere kir, hêzên Iraqî û Heşda Şeibî amadekarî kirine ku êrîşî Hêzên Pêşmerge li bajarokê Mexmûrê bikin.

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û tê de hat, ji dema pênc rojan ve Iraq hêzên xwe li derdora Mexmûrê kom dike.

Herwiha tê de hatiye, Heşda Şeibî bi niyaz e êrîşî ser riya Giwêr – Dîbege – Dubiz bike, ku ev rê Kerkûk û Mûsil bi heve girê dide.

Amaje bi wê jî da, di meha Oktober de, Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ji bo rêgirî li derketina şer, hêzên xwe ji Mexmûrê vekişand.

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê daxwaz ji hikûmeta Iraqê dike wê hewlê şerfirotanê rawestîne. Herwiha daxwaz ji civaka navdewletî kir, şermezariya wê êrîşa dijmikarî bike û ji bo destpêkirina danûstandinên ku Hikûmeta Kurdistanê daxwaza wê dike, fişarê bixe ser Bexdayê.