Serrûpel Nûçe UN wê di sala nû de serpereştiya diyaloga Hewlêr-Bexda bike

UN wê di sala nû de serpereştiya diyaloga Hewlêr-Bexda bike

Belav bike

Serokomarê Îraqê Fuad Mesûm ragihand ku wê nûnerê Neteweyên Yekbûyî li Îraqê Yan Kobî serpereştiya diyaloga di navbera Hewlêr û Bexdayê de bike.

Mesûm  her wiha got ku wê hevdîtin di destpêka sala nû de çêbibin.

Serokomarê Îraqê li ser hevdîtinan du name şandin, yek ji serokwezîrê Kurdistanê re ya din jî ji serokwezîrê Îraqê re.

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro di konferanseke rojnamevanî got ku name ji wî re hatiye.