Serrûpel Nûçe Hoşeng Osê: “Dilê Osman Baydemir”

Hoşeng Osê: “Dilê Osman Baydemir”

Belav bike

Ev çend roj in, hema hema, hemû Kurdan, alîgirên PKKê û rikberên vê partiyê, alavên medya civakî bi dawxiyaniya parlementerê Ruhayê Osman Baydemir hejandin. Birasî jî, Baydemir bi daxwiyaniya xwe, ne tenê parlementoya Turkiye, lê tevahiya welêt hejand. Ez guman dikim ku ne wekîla serokatiya parlementoyê, ne jî hemû parlementerên AKP, CHP, MHP….hwd texmîn dikirin ku dê Baydemir bêje: “Ez ewladekî Kurd im û nûnerekî Kurdistanê me. Lewma roleke min a bi vî rengî heye…”, lewma hemû kes veciniqîn û har bûn û agir kete wan.

Ez guman dikim ku Baydemir jî, ne li benda wekîla serokê parlementoyê bû ku ji wî pirs bike: “Kurdistan li kur e? li kîjan deverê dikeve?!”. Lewma ez dibêjim Baydemir jî bi wê pirsê hinekî veciniqî, û piçek rawestiya û bersiveke hestvanî û rasteqîne û polotîk da.

Wekîla serokê parlemenê ji wê hebû ku bi pirsa xwe dê Baydemir bikşîne xefikê û wî mecbûr bike behsa sînorên Kurdistanê ku di nava Turkiyê de ye bike, lê Baydemir bersiveke manewî û mecazî da. Ew bersiv di eynî demê de bersiveke polotîk jî bû. Lê piştî ku Baydemir destê xwe li dilê xwe xist û got: ” a Kurdistan di vir de ye”, ango di dil û sînga wî de ye, Baydemir dikarîbû bigotana: eger tu dixwazî cihê Kurdistanê nasbikî, divê tu vegerî belgeyên vê parlementoyê yên sala 1921ê-1922ê, û divê tu vegerî nameyên ku Atatuk dinivîsand dema ku mufetişê artêşê bû û li başûr rojhilatê Turkiyê 1919-1920 kar dikir.

Ji ber ku bilêvkirina gotina Kurdistanê di parlemena Turkiye qedexeye, O. Baydemir hate ceza “siza” kirin ku beşdarî 2 rûniştinan ji rûniştinên parlementoyê nebe. Li gorî vê yasayê, divê wekîla serokê parlemenê jî were ceza kirin ji ber ku ew jî di pirsa xwe de gotina Kurdistan bikaranî. Lê tenê Baydemir hate siza kirin.

Bersiva Baydemir ku weke şîlmaqek “sîleyek” li ser rûyê wekîla serokên parlemena Turkiyên û hemû endamên partiyên AKP, CHP, MHP….hwd bû, di eynî demê de, şîlamq û sîleyeke li ser rûyên hemû kes û rêxistinên ku dixwazin Kurdistan weke dewleteke netewî serbixwe ji dil û mejiyên Kurdan derxînin, bû.

Dilê Osman Baydemir ku dema şardarê Amedê bû û di hindirê avahiha şaredariyê de ji aliyê PKKê ve dihat lêpirsîn û dadgehkirin ji ber ku Baydemir di derbarê rawestandina çekan daxwaiyanî dabû, ew dilê ku wê çaxê ji aliyê hevalan ve hate şikenandin, aynî vî dilî ye ku li bin sîwana perlemana Turkiyê got: Kurdistan di hundirê min de ye. Dilê Baydemir ku Kurdistana manewî û mecazî tê de ye, dibêje: ne asîmilasyona dewleta Turk ne asîmilasyona PKKê ya “komara demokratîk” û “neteweya demokratîk” dikarin Kurdistanê ji dil û mejiyên Kurdan derînin. Lê tevlî vê jî, alîgir û derûdorên PKKê vê yekê naxwazin têbighêjin ku eger Baydemir 100 name ji dewlet û rêjîma Turkiye re şand, nameyek ji PKKê re jî şandiye. Bas