Her demê em dibihîsin dayîk ji zarokên xwe re dibêjin Kezeba min. Belkî tiştê her buha û bi qîmet li cem dayîkan zarokên wê bin. Dayîk dikarin hemû tiştê xwe ji bo zarokan bikin feda.
Vê carê dayîkek bi kezeba kurê xwe dijî. Eger ne ji wê kezeba kurê xwe ba, niha ji mêj ve wê dayîkê wefat kiribû.
Dayîkeke ji Efrînê ji nahiya Raco, bi navê Emîne Mehmûd, kezeba wê kar nake. Doktor dibêjin ji bo ku bijî kezebek jê re lazime, kurê wê Şeban, ji doktor re dibêje, ezê kezeba xwe bidim diya xwe.
Ev 7 salin, diyîk bi kezeba kurê xwe Şaban dijî.