Serrûpel Nûçe YPG li Efrînê endamekî MIT girt

YPG li Efrînê endamekî MIT girt

Belav bike

Medyaya PKK dibêje ku asayîşê li Efrînê ajanekî MIT a Tirkiyê girtiye (istîxbarata Tirkiyê).

Li gor nûçeya ajansa ANF li Efrîna hêzên asayîşê di encama lêkolîneke berfireh de kesek girt ku amadekarî dikirin teqînan pêk bîne.

Li gor Ajansa ANF ku nêzîkî PKK ye, li Efrînê hêzên asayîşa Rojava avêtiye ser malekê û di wê operasyonê de kesekî bi navê A.E ku ji Hatayê derbasê Efrînê bûye tevî bombeya antî-tank a bi navê ‘sifor’ û hin teqemeniyên din hatiye girtin.

Kesên ku hatiye girtin di îfadeya xwe de gotiye: “Min ev bombe ji Ebû Qasim û Serdar wergirtin ku sîxûrên MIT bûn. Armanca wan ew bû ku ez bi van bombeyan êrişan li dijî asayîş û hêzên ewlekariyê pêk bînim. Eger ev armanc pêk bihata, wê li dijî berpirsên kantona Efrînê jî êriş pêk bihatana.”

ANF dibêje wî kesî wê li hemberî her êrişê 150 hezar dolar wê wergirta.