Li Almanya erebekî ji Sûriyê bi kêrê êrişî malbateke Kurd dike û zilam û jina malê birîndar dike.
Êrîş li gundekî ser bi bajarê Bielferdê ve çêbû.
Kesên ku rastî êrişê hatine, Selman Ehmed Îsmaîl û hevjîna wî Hediye Osman in, 5 zarokên wan hene. Ew malbat ji Kurdên Êzidî ne, ji başûrê Kurdistanê ne û çend salin weke penabar li Almanya dijîn.
Kesê êrîş kiriye destpêkê ew tehdîd kirine piştre jî bi kêrê êrîşî wan kiriye.
Kesê êrîş kiriye, carn bû ye, navê wî Abdullahe û piştre ji aliyê polîsan ve hate girtin.