Serrûpel Nûçe Almanya: Xwestin lîstikvanê Kurd yê fotbulê Deniz Naki bikujin – VÎDYO

Almanya: Xwestin lîstikvanê Kurd yê fotbulê Deniz Naki bikujin – VÎDYO

Belav bike

Duh bi şev, li Almanya li bajarê Duren bi sîlehan êrîşî lîstikvanê fotbulê Deniz Naki kirin û xwestin wî bikujin.
Kesên ku êrîşî wî kirin di otomobîleke reş de bûn.
Deniz Kurdê bakurê Kurdistanê ye û bi piştgiriya xwe ji bo pirsa Kurd naskiriye û li dijî siyaseta Tirkiyê li hemberî Kurdistan derdikeve.
Deniz got, dema ku ew di otomobîla xwe de bû, êrîşî wî kirin û ew dikaribû bihatiba kuştin jî.
Her wiha dibêje, fişekek di camê de û yek ji di tekeran de lêket, ew ji mirinê rizgar bû.
Di sala 2017 de dadgeheke Tirkiyê li dijî wî doz vekir û 1.5 sal zindan ji bo wî xwest, ew jî ber ji hewlwestên wî di derbarê pirsa Kurd de.
Deniz Nakî li Almanya li bajarê Durenê ji dayîk bû ye û lîstikvanekî fotbulê profesyonel e.