Serrûpel Nûçe Xetertirîn jina DAIŞê itîraf dike – Vîdyo

Xetertirîn jina DAIŞê itîraf dike – Vîdyo

Belav bike

Yek ji kesên herî xeternak ku hemû welatên cîhanê daxwaza girtina wê dikin jina Fransî Emilie Konig e ku li Rojava hatiye girtin. Çepemeniya Fransî ev demeke dibêje ku Emilie li Rojava tê êşkencekirin. Emilie bersiva van îdîayan da û got “Min tu êşkence û zilm li vir nedît.”

Jina Fransî Emilie Konig di sala 1984’an de li Fransayê jidayîk bûye. Bavê wê li Fransayê di artêşê de cih digire. Hevjînê wê yê yekê ji ber qeçaxçîtiya hişbirê hatiye girtin. Emilie bi riya internetê kesekî din nas dike û ji bo ku were Sûriyeyê pê re dizewice.

Bi riya dewleta Tirk derbasî Sûriyeyê bû

Emilie destpêkê xwe digihîne Stenbolê, piştre tê bajarê Kilîsê û di deriyê sînor ê Bab El-Selamê yê li bajarê Ezazê derbasî xaka Sûriyeyê dibe.

Emilie îdîa dike ku bi riya internetê DAIŞ nas kiriye û perwerde dîtiye. Di sala 2013’an de bi riya Ebû Mihemed El-Endonîsî yê Mexrîbî tevlî DAIŞ’ê bûye.

Di nava DAIŞ’ê de 3 caran zewiciye

Li gorî agahiyên ji Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya YPG’ê, Emilie di nava DAIŞ’ê de navê Semra li xwe dike, fêrî zimanê Erebî dibe û 3 caran jî dizewice. Karê wê yê sereke di nava DAIŞ’ê de propagandaya li ser medyaya civakî bû. Wê bi riya dîmenên ku li ser internetê belav dikir banga tevlîbûna di nava DAIŞ’ê dikir.

Hemû welat wê dixwazin

Konig di 12’ê kanûna 2017’an de li ser agahiyên îstîxbaratî bi operasyoneke ji aliyê Yekîneyên Antî Teror yên YPG’ê ve hate girtin. Konig yek ji kesên ku hemû welatên cîhanê dixwazin wê bigrin e.

Netewên Yekbûyî jî beriya niha di raporekê de navê Emilie Konig di nava lîsteyên kesên herî xeternak di cîhanê de diyar kiribû.

Çapemeniyê Fransî behsa ‘zilmê’ dike!

Ev demeke dezgehên çapemeniyê yên Fransayê dibêjin ku Emilie Konig tê êşkencekirin. Emilie bersiva van îdîa da û hemû nûçeyên di vî aliyî de hatine weşandin, derewand.

Emilie: Me tu êşkence û zilm nedît

Konig anî ziman ku dema ew li bajaroka Holê, li kampa koçeran dima hemû pêwistiyên wê yên jiyanî bi cih dihatin û got: “Min ji hin jinan dibihîst ku li vir zilm, lêdan û her tişt heye. Dema ez li Kampa Holê bûm di lêpirsîna min ya destpêkê de tenê pirs ji min hatin kirin û wêneyên min kişandin. Ev lêpirsîn bi giştî saetek an du saet dirêj kir. Piştî wê em derbasî nava konan bûn. Me tu êşkence û zilm nedît.”

Emilie: Lêpirsîna vir wekî ya welatê min e

Emilie dibêje ku ew piştre derbasî kampekî din bûm û wê demê ew pir ditirsiya “Beriya ku em herin kampa nû min li bazara Holê telefona jinekê jê xwest, ez bi dayîka xwe re axivîm. Min jê re got ez ditirsim, min bihîstiye ku li gel YPG lêdan û zilm heye. Lê min tiştekî bi vî awayî nedît. Min her roj li vir xwarin, çay, qehwe, şîr û hefadeyên zarokan peyda dikir. Di lêpirsînê de jî tu pirsgirêk derneket. Lêpirsîn asayî bû, wekî lêpirsîna asayîşa li welatê min e. Pirs û bersiv e, her tişt asayî ye.” (ANHA)