Serrûpel Nûçe Xameneyî : Aqilê Trump ne temam e

Xameneyî : Aqilê Trump ne temam e

Belav bike

Rêberê dînî yê Îranê Elî Xameneyî di mijara xwepêşandanên li dijî rêvebiriya Îranê de Amerîka berpirs dît û ji bo wan serokê Amerîka Donald Trump kir armanc û got,” Ev zilamê ku mejiyê wî ne temam, divê bizanibe ku ev wê bê bersiv nemîne”.

Xameneyî diyar kir xwepêşandanên ku di 28 Kanûnê de destpê kirine tevgereke bi organîzeye û ji aliyê Amerîka û Îsraîl ve hatiye pêk anîn, welatekî dewlemend yê li korfeza Fars de eve fînansman kiriye û weke taşeron jî rêxistina gelê Mûcahîdan bi kar anîye.

Xameneyî Serokê Amerîka Trump û rêvebiriya Washingtonê bi îfadeyên tund hedef girt û diyar kir,” We serê xwe li kevir da! ger hûn dîsa dubare bikin wê dîsa serê we li kevir bikeve. Heta çend rojan we ziyan da Îranê, wê ev bê telafî nemîne. Li gor gotinên Amerîkayînan ev zilamê ku mejiyê wî ne temam divê bizane ku wê leyîstokên wî yên nimûne bê bersiv nemînin.’’ Bas