Serrûpel Nûçe Şahînê Soreklî nivîsand: “Kobanî” Jan Dost û jana bi Encama “Tayên Qetiyayî”

Şahînê Soreklî nivîsand: “Kobanî” Jan Dost û jana bi Encama “Tayên Qetiyayî”

Belav bike

 

“… Kobaniya ku em nas dikin çû. Mihela Seyda çû. Vaye em belawela bûne, em bûne noka ku li kevir bikeve. Xwdê jî nema dikare me bîne ba hev wekî berê. Tayê tizbiya malbata me qetiya…”

“… Li balafirgehê, xizmên min pêşwaziya min kirin. Xizmên min ên ku ev bûbû 14 sal min ew nedîtibûn, xizmên min ên ku me her car soz dida hev ku rojekê ez û wan li taxa me ya bi navê Mihela Seyda tê nasîn bibînin, xizmên min ên ku malên wan ên li wê miheleyê wêran bûbûn û Kobaniya wan; hêlîna wan û zarokên wan şewitî bû û ew jî mîna kevokên ku mar ketiye hêlîna wan heyibî bûn û bi her deverê de terqiyabûn, …”

Çend peyvên ji romana nivîskarê mezin Jan Dost ya bi navê Kobanî. Belê, rûdanên diltezîne, tofana resh û bûyerên pê ve girêdayî “tayên tizbiyên” bi hezaran malbat qetandin, xizm, nas û dost, çawa ku keriyek dewar ji hev belav dibe û her yek berê xwe dide aliyekî, ji hev belav kirin.

Pêşiyan gotine, “Şam şekir e, lê welat şêrîntir e.” Ji bo me, ewên li herêma Kobaniyê ji day bûn û bi ser lingan ketin, Kobanî di bîra me de ji her warî şêrîntir dimîne. Bêguman her wareke bi xelkê xwe şêrîn e. Ji bo Jan Dost û gellekan ji me dûrbûna ji Kobaniya me dinasî û şêniyê wê agir bi dilên me xistiye. Ne malê dunyayê, ne xweşiya welatên pêşkevtî û ne jî tiştekî din dikare wî agirî vemirîne.

Profesor Akeel Almararî di pêşgotina xwe de nivîsandiye, “Dema mirov vê romana Jan Dost (ango Kobanî) dixwîne, heta ku bi dawî neke, nikare dev jê berde…” Bêguman rast e, lê ji bo min, ez bi mebest li xwe didim zorê ku hêdîkan bixwînim, wekî zaroyê ku naxwaze dest ji diyariya xwe berde. Heye ku ji ber ku Kobanîyê di dilê min de jî reh vedane, her çend rêzan carê hestên bi encama bîrewelatiyê û dûrbûnê brîn bûnî min kelgirî dikin.

Bi hêviya ku Yezdan û qeder endamên malbatan û dostan li hev vegerîne; û spas ji nivîskarê gellekî hêja Jan Dost re ji bo afirandina vê berhema nerxbilind. (Şahînê Soreklî)