Berdevkê HDPê daxuyakirin ku Efrîn tu carî nebûye gef li ser ewlehiya Tirkiyê, û got heger Tirkiyê êrîşî ser Efrînê bike, wê şaşiyeke mezin be.
Di konferansa HDPê li bajarokê Çûkûrova yê girêdayê Edena, berdevkê HDPê, Ayhan Bîlgen, daxuyakirin ku rêveberên Tirkiyê çavnebariyê li hember Efrînê dikin, û diyar kir ku tevî Efrîn li derveyî sînorê Tirkiyê ye û nebûye gef û metirsî li ser ewlehiya Tirkiyê jî, lê careke din raydararên wî welatî dixwazin êrîşî Efrînê bikin.
Bîlegn bi tûndî li dijî hewldanên êrîşê derket û got: Êrîşa li ser Efrînê ehmeqiyeke mezin e.