Petnagonê red kir ku Emerîka rokêt dabin YPG ji bo ku êrîşî Tirkiyê bike.
Berdevkê wezareta berevaniya Emerîka Pentagon, Adriyan Rankin Galawî ragihand ku Washington rokêt nedane hêzên YPG û nûçeyên ku dibêjin YPG bi rokêtên Emerîka li Efrînê êrîşî artêşa Tirkiyê kiriye ne rast e.
Berî niha jêderên nêzîkî opozîsyona Sûriyê ya çekdar idîa kiribû ku YPG li Efrînê bi rokêtên pêşketî ku ji Emerîka standine êrîşî Tirkiyê kirine, ew jî di encama rêkeftineke dizî de, di navbera YPG û Emerîka de.
Li aliyê din berdevkê hêzên hevpeymanan ya li dijî Daişê ku Emerîka serkêşiya wê dike, Rayan Dîlon got, tu pêwendiya wan bi êrîşên Tirkiyê re tune ye li ser Efrînê, Efrîn li derveyî sînorê hêzên hevpeyman e.
Dîlon her wiha ragihand ku, ew navçeya ku artêşa Tirkiyê dixwaze operasyonî têde pêk bîne, li derveyî sînorên berpirsatiya Hevpeymaniyê Navdewletî ye.