Serrûpel Nûçe Hasan Cemal: Eger Tirkiyê êrîşî Efrînê bike deriyê cihenemê li ber xwe...

Hasan Cemal: Eger Tirkiyê êrîşî Efrînê bike deriyê cihenemê li ber xwe vedike

Belav bike

Nivîskarê Tirk yê navdar Hasan Cemal di derbarê tehdîd û êrîşên Tirkiyê li ser Efrînê, gotarek nivîsand û têde ragihand ku êrîşa li ser Efrînê deriyê cihenemê li pêşiya Tirkiyê vedike.

Hasan Cemal her wiha dibêje, di ankêtên hilbijartinan de, diyar dibe ku rewşa AKP ne gelekî baş e, ji ber vê yekê jî ji bo ku Erdogan dengên zêde di hilbijartinên bê de, bi dest xwe ve bîne, dest bi êrîşên li ser Efrînê dike, lê ew êrîş wê ne di qezenca Tirkiyê de bin.

Nivîskar di gotara xwe de her wiha dibêje, serokomarê Tirkiyê ku di heman demê de serokê AKP ye, wî welatî davêje nava agirekî, ji bo ku çend dengan zêde bîne serê Tirkiyê dixe nava belayeke mezin.