Çavkaniyekê ji nav bajarê Efrînê ji Rêdaw re eşkere kir, ku hêzên Tirkiye bi tundî êrîşa xwe li ser Efrîn û derdora wê berdewam dike û got îro jî balafirên şerker navçeya Şêrawa bombebaran kirin.
Ji nav bajarê Efrînê, akademisyenê kurd, Dr. Ehmed Şewqî ji Rûdawê re daxuyakirin, ku di encama êrîşa Tirkiye û çekdarên girêdayê wê bi tenê li gundê Cilbirê yê Efrînê 7 kes û li çend cihên din jî welatiyên sivîl hatine kuştin, lê heya niha hejmara dawiyê ya kuştî û birîndaran nehatiye naskirin.
Dr. Ehmed Şewqî daxuyakirin, ku hejmarek ji wan koçberên ku ji navçeyên din ji ber şer koçber bibûn û hatibûn Efrînê, çend kes ji wan di encama bombebarankirin ji aliyê Tirkiyê ve hatine kuştin.
Şewqî her wiha got li gundê Şingêlê û çend gundên din yên li ser sînor hêzên girêdayê Tirkiyê pêşde hatibûn, lê çervanên YPGê bersiva êrîşê dane, û hejmarek ji leşkerên Tirkiyê dîl hatine girtin û niha li cem YPGê girtî ne, û heya niha ti deverek neketiye destê hêzên Tirkiyê û çekdarên wê.
Li aliyê din li Efrînê cenazeya 15 kesan bi merasîmeke girseyî hat veşartin û Heyva Sor a Kurd li Efrînê ragihand ku di 2 rojên derbasbûyî de 17 welatiyên sivîl hatine kuştin.
Li gor van dîmenan derdikeve ku bi hezaran ji xelkê Efrînê li ber nexweşxaneya Avrîn kom bûne, û beşdariyê di merasîma veşartina 15 kesan de dikin, ku di encama êrîşa hêzên Tirkiyê bi ser Efrînê û derdora wê de jiyana xwe jidest dabûn, 13 cenaze yên sivîlan e û 2 cenaze jî yên şervanên YPGê ne.
Ji aliyê xwe ve jî Heyva Sor a Kurd li Efrînê eşkere kir ku di 20 û 21 vê mehê di encama êrîşa Tirkiyê û hêzên girêdayê wê bi ser Efrînê de, 17 welatiyên sivîl jiyana xwe jidest dane.
Serê sibeha Îro, cardin bombebarana balefirên Tirkiyê li ser sînorê Raco û gundên naiha Bilbilê li Efrînê dest pê kir, her wiha gundên Eyn Deqne, Merenaz û Qestel Cindo topbaran kir.
Tendirustiya Efrînê aşkera kir, ji ber bombebaranên Tirkiyê, heya niha 17 kes hatine kuştin û 28 birîndar bûne.
Çavkaniyên nava Efrînê taybet ji Rudawê re eşkere kirin ku 7 koçber hatine kuştin û hejmareke çekdarên opozisiyonê dîl ketine destê YPGê.