Serrûpel Nûçe ENKS ligel berpirsa Yekîtiya Ewropa civiya û li dijî êrîşa li Efrînê...

ENKS ligel berpirsa Yekîtiya Ewropa civiya û li dijî êrîşa li Efrînê derket

Belav bike

Îro şandeke Encumena Kurdî ENKS, bi serokatiya encumenê Siûd Mela li paytexta BElcîka li Brukselê ligel şandeke Yekîtiya Ewropa civiya.

Şanda kurdî ku ji ofîsa pêwendiyên derve, ji serokê ofîsê Kamîran Haco û Siyamend Haco û serokê ENKS pêk dihat, di hevdîtina xwe de ligel berpirsa rojhilata navîn di Yekîtiya Ewropa de, ligel Sîbîl Bîkar, behsa rojavayê Kurdistanê û rewşa Efrînê û êrîşên Tirkiyê kir.

Şanda ENKS careke din ji berpirsa Yekîtiya Ewropa re, eşkere kir ku divê Ewropa li hemberî wan êrîşan bêdeng nemîne.

ENKS her wiha di hevdîtina xwe de diyar kir ku weke encumen ew bi her awahî li dijî wan êrîşan in, û divê yekser werin rawestandin.

berpirsa rojhilata navîn di Yekîtiya Ewropa de jî ji aliyê xwe ve diyar kir ku ew naxwazin sivîl ziyanê bibînin û sibe wê Wezîra derve ya Yekîtîya Ewropa Fedrîka Mogerînî ligel wezîrên derve yên Yekîtiya Ewropa pirsa Efrînê gotûbêj bike.