Serok Mesûd Barzanî peyamek li ser êrişên artêşa Tirkiyê li ser herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê belav kir û tê de got ku pêwîst e ew êrîş bê rawestandin da ku encamên xerab dernekevin.
Serok Barzanî di peyama xwe de nîgeraniya xwe li hember êrişên artêşa Tirkiyê li ser Efrînê aniye ziman û daxwaz kiriye, ew êriş bên sekinandin û arîşe û alozî bi diyalogê bên çareserkirin.
Têksta peyamê:
“Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Bi êrîş û bordûmanên artêşa Tirkiyê û çend aliyên din li ser bajarê Efrînê û canjidestdan û qurbanîbûna xelkên sivîl li wî bajarî em gelekî dilgiran kirine.
Hêvîdar im di zûtirîn dem de ew êrîş bê rawestandin û canê welatiyan bê parastin û ji rewşa niha firehtir nebe û karesat û encamên xirab jê çênebin.
Li gorî hemû ezmûnên navçeyê, bi şer û tundiyê kirîz û kêşe kûrtir û berfirehtir dibin. Baştirîn rê ew e bi awayên aştyane kirîz û kêşeyên navçeyê bên çarekirin.
Mesûd Barzanî
22-1-2018”