Di çarçoveya civînên foruma Davosê de, serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel şahê Urdinê Şah Ebdulla civiya û di civînê de, danûstandin derbarê pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û pêşhatên dawî yên li navçeyê û çendîn pirsên din yên Herêmî hatin behskirin”.
Di civînê de Şahê Urdinê dilxweşiya xwe bi dîdarê li gel Nêçîrvan Barzanî û pêwendiyên Hewlêr û Emmanê da xuyakirin û amadebûna welatê xwe ji bo pêşxistina pêwendiyan li gel Herêma Kurdistan di hemû waran de ragihand û hewandina Herêma Kurdistanê ji hejmareke mezin ya mişextan û penaberan re bilind nirxand.
Şa Ebdella piştevaniya xwe û ya Urdinê ji bo diyalogê di nav Hewlêr û Bexdayê de û çarekirina kêşeyan li ser bingeha destûra Iraqê da xuyakirin û tekez kir, ku pêwîst e gavên piraktîkî di vî warî de bên avêtin.
Ji aliyê xwe ve, serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, dilxweşiya xwe li ser wê dîdarê ragihand û sipasiya Şahê Urdinê kir li ser piştevaniya berdewam ya şahnişîna Urdinî ji Herêma Kurdistan re di qonaxên cuda de û diyar kirk u ew bi hêvî ye hevkarî di navbera herdu aliyan de berdewam bin û tekezî li ser berfirehkirina pêwendiyên di nav Hewlêr û Emanê de kir.
Herweha li aliyekî din, serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li gel serokwezîrê Ermînya Caren Carapetian civiya û pêwendiyên di nav Herêma Kurdistan û welatê Ermînya de gotûbêj kirin.
Duh foruma abûriya cîhanî, bi beşdariya 70 serok û serkirdeyên welatên cîhanê li Davosê li Siwêsra destpê kir, şandeke Herêma Kurdistan jî bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî, beşdarî forumê bûye û biryar e çendîn dîdar û civînan li gel serok û serkirdeyên welatan encam bide. K24