Serrûpel Nûçe Wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlut Çawuşoglu: Emê biçin Minbicê jî

Wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlut Çawuşoglu: Emê biçin Minbicê jî

Belav bike

Wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlut Çawuşoglu got Tirkiyê li Sûriyê şerê terorê tenê dike û ewê li Efrînê dest bi operasyoneke nû bikin.

Di daxuyaniyeke xwe de ji bo televîzyoneke tirkî wezîrê derve yê Tirkiyê her wiha diyar kir ku, ji herêma Munbic jî êrîş diçin ser wan, û eger Emerîka rê li ber wan êrîşan negire, ewê wan êrîşên ku ji Munbic tên rawestînin.
Çawuşoglu di axaftina xwe de bal kişande ser wê yekê ku ew naxwazin li Sûriyê bi hêzên Sûrî, Rûsî û Emerîkî re bikevin şer, lê ewê şerê terorê li Sûriyê berdewam bikin û ew nikarin her demê di bin tehdîda terorê de bijîn.