Serrûpel Nûçe ENKS-Efrîn bang li dinyayê kir li hemberî êrîşên Tirkiyê bêdeng nemînin

ENKS-Efrîn bang li dinyayê kir li hemberî êrîşên Tirkiyê bêdeng nemînin

Belav bike

Encûmena xwecihî ya ENKS li Efrînê daxuyaniyek ji bo raya giştî ya kurdî, sûrî û cîhanî belav kir.

Di daxuyaniyê de, ENKS li Efrînê dibêje ku êrîşa Tirkiyê û hin grûpên çekdar li ser Efrînê ne li dijî aliyekî siyasî ye lê belê li dijî hebûna tevahiya gelê kurde li Kurdistana Sûriyê.

Encumena KUrdî, rexne li bêdengiya civaka navdewletî kir û bi taybetî aliyên pêwendîdarî kirîza Sûriyê wekî Rûsya û Amerîka.

Her wiha daxwaz ji endam û alîgirên xwe û tevahiya aliyan kir ku berpirsyarane tevbigerin û xwe ji nakokiyên navxwe dûr bigirin û rêzên xwe bikin yek.

ENKS li Efrînê, bang li Perlemana Kurdistanê kir ji PYD bixwaze hinek gavên bilez ên niyetpakiyê ji bo yekirina rêzên kurdî biavêje.