Serrûpel Nûçe Almanya meşeke ji bo Efrînê ji ber wêneyê Ocalan qedexe kir –...

Almanya meşeke ji bo Efrînê ji ber wêneyê Ocalan qedexe kir – Vîdyo

Belav bike

Îro li Almanya bajarê Koln, polîsan meşeke piştgiriya Efrînê qedexe kirin.

Sedema qedexekirinê jî, bilindkirina wêneyên serokê pkk Abdullah Ocalan û al sembolên PKK bû.

Polîsan di daxuyaniyekê de ragihandin ku, di meşan de rakirina hemû sembolên PKK qedexe ye û çi çalakiyekek ku têde ew sembol werin bilindkirin, wê werin qedrxrkirin.

Di navbera alîgirên PKK û polîsan de şer derket û gelek çalakvan hatine girtin.

Almanya di sala 1993 de PKK qedexe kir û li gor biryara dadgeha federal, nabe bi tu awahî sembolên pkk, û rêxistinên wê di çalakiyan de werin blindkirin.